dissabte, 20 de desembre del 2014

KurdisCat: Hevkariya kurd û katalanan

Qomîteya Piştgiriya Katalan û Kurdistanê (KurdisCat) hat avakirin û gelek Kurdistanî û Katalanî bi hev re li ser mijarên çawaniya piştgiriya bo Kurdistanê tevdigerin.

Piştgirî û xebatên gel û komên cûrbecûr yên bo serxwebûn û azadiya Kurdistanê û piştgiriya Kurdistaniyan li gel hemû cîhanê roj bi roj zêde dibe û tevgerên têkildarî mijarêjî têne vekirin. Weke tê zanîn bi taybetî jî piştî ku DAIŞ’ê berê xwe da Kurdistanê, daxwaza serxwebûn û azadbûna kurdistaniyan hate astake ku hemû cîhan bibîhîze. Herwiha, encamên şerê ku Kurdistan li hemberî DAIŞ’ê dide û rewşa Rojhilata Navîn jî serxwebûna Kurdistanê li gel hemû cîhanê meşrû dike. Tevî vê jî li gelek deverên cîhanê piştgiriyên çekî, siyasî, dîplomatîk, mirovî, çandî û lojistîk jî bo Kurdistanê tê kirin. Bi boneya vê, li Ewropa û DYA’yê hejmareke zêde kampanya û xebat dest pê bûn. Li aliyekî cîhan di warî çekî û teknîkî de piştgiriya Kurdistanê dike û li aliyê din jî welatiyên dewletên cûda bi avakirina sazî û komên xebatê, bo Kurdistaniyan piştgiriya xwe nîşan didin.


Piştgirî û xebatên gel û komên cûrbecûr yên bo serxwebûn û azadiya Kurdistanê û piştgiriya Kurdistaniyan li gel hemû cîhanê roj bi roj zêde dibe û tevgerên têkildarî mijarêjî têne vekirin. Weke tê zanîn bi taybetî jî piştî ku DAIŞ’ê berê xwe da Kurdistanê, daxwaza serxwebûn û azadbûna kurdistaniyan hate astake ku hemû cîhan bibîhîze. Herwiha, encamên şerê ku Kurdistan li hemberî DAIŞ’ê dide û rewşa Rojhilata Navîn jî serxwebûna Kurdistanê li gel hemû cîhanê meşrû dike. Tevî vê jî li gelek deverên cîhanê piştgiriyên çekî, siyasî, dîplomatîk, mirovî, çandî û lojistîk jî bo Kurdistanê tê kirin. Bi boneya vê, li Ewropa û DYA’yê hejmareke zêde kampanya û xebat dest pê bûn. Li aliyekî cîhan di warî çekî û teknîkî de piştgiriya Kurdistanê dike û li aliyê din jî welatiyên dewletên cûda bi avakirina sazî û komên xebatê, bo Kurdistaniyan piştgiriya xwe nîşan didin.

Herwiha di vê çarçoveyê de li Amerîka ya Latîn, Qomîteya Piştgiriyê ya Kurdistan-Latîn, li Fransayê Qomîteya Piştgiriya Kobanê û Gelê Kurdistanê, li Swêdê dîsa Qomîteya Piştgiriya Kobanê û Gelê Kurdistanê, li Îspanya’yê Qomîteya Piştgiriya Rojava û Gelê Kurdistanê hatibû avakirin. Endam û piştgirên van qomîteyan piştgiriyeke qedir giran bo Kurdistanê şandibûn û hîn jî ew berdewam e.

Niha jî li welatekî din yê ku ew jî weke Kurdistanê di bin desthilatiya dewleteke ku dixwaze jê veqete de ye qomîteyek  hatibû avakirin û niha xebatên xwe gurtir kirine. Welatê Katalanaan ku beriya demeke nêz bo serxwebûnê referandûm jî ceribandibû, Qomîteya Piştgiriya Katalan û Kurdistanê (KurdisCat) hat avakirin û gelek Kurdistanî û Katalanî bi hev re li ser mijarên çawaniya piştgiriya bo Kurdistanê tevdigerin.

Li Herêma Xweser Katalonya’yê di sala 2013’an de Kurdiscat bi beşdariya gelek xwendekar, akademisyen û karkerên kurd û katalan ve hatibû avakirin. Herwiha hem di rêvebiriyê de û hem jî weke endam ji welat û gelên din jî gelek kes di nava xebatên qomîteyê de cîh digirin. Qomîteya ku amblema wê ji ala Kurdistan û ya Katalonya’yê pêk tê heta niha li ser mijarên weke ekolojî, azadîxwazî, pirsgirêkên jinê, demokrasî hwd. gelek konferans, komxebat, panel û bernameyên cihê lidarxistibû.

Ji berk u qomîte ne girêdayî tu sazî û dezgehan e, bêhtir xebatên xweser, firehtir didomîne û bo beşdariya hemû welatiyên cîhanê jî vekirî ye. Qomîteya ku ji destpêka avakirinê bi şûn de li ser mijarên hevkariya civakî radiwestî, piştî ku Kurdistan bû qadeke şerê DAIŞ’ê, dest bi xebatên alîkariya însanî jî kir. Qomîteya ku bêhtir bi rêya derfetên enformasyonî di derheqê geşedanên li Kurdistanê de agahiyan berhev dike, bûyerên ku diqewimin bo cîhaniyan radigihîne û bo ku raya giştî ji Kurdistanê hayîdar be xebatên rengecihê jî dimeşîne.

Bêşek ji xebatên qomîteyê jî danasîna Kurdistanê, agahdarkirina rewşa demî û bêhtir meşrûkirina daxwaza serxwebûnê ye. Bo vê jî bi xebatên cûda li ser meseleya serxwebûn û azadiyê qomîte li gelek cîhan bernameyan lidar dixe, kampanya dide destpêkirin û bi rêbazên cûda xebatên têkildarî mijarê didomîne.

Endam û berpirsên qomîteyê ku di derheqê pêdiviya avakirin û xebatên xwe de agahî dan rojnameya me, diyar dikin ku rêgeha ku Kurdistanê tê re derbas dibe pir dişiba ya Katalonya’yê, êş û azara ku li Kurdistanê hatiye belavkirin, di demên paş de li Katalonya’yê jî hatine jiyandin û herdû welat di warê siyasî, çandî û dîrokî de dişibin hev. Li gor destnîşankirina wan bo ku hemû gelên bindest û walatên dagirkirî encax dikarin bi hevkariya hev û bi hayîdarbûna hebûna hev dikarin gelek pêşketian pêk bînin. Her wiha bi vê minasebetê jî qomîte hem xebatên fêrbûna zimanê herdû welatan û hem jî nasîna çandî xebatan dike.

Qamîteya ku endamên wê ji kesên antî emperyalist, azadî xwaz û antî otoriter, ekolojist û anarşist pêk tê niha di nava hewldanan de ye ku dezgeheke mezintir û bi hêztir avakin. Herwiha ji rêvebirên qomîteyê Lara Villalon ku bi xwe katalan e di derheqê xebat û rêbazên xwede bi rojnameya me re axivî. Villalon da zanîn ku wan bi gelek ciwanên Kurdistanî ve beriya demeke dirêj hev naskirine û dixwestine ku bi hev re xebateke bikin. Villalon wiha got; “Bi teybetî armanca me ya sereke ew bû ku em cihana rojava ya faşist û ji mijarên wiha dûr, ji Kurdistanê hayîdar bikin, bi hevkarî daxwaz û têkoşîna xwe bo dinyayê bidin nasîn”.

Villalon ku di derheqê rewşa dawî ya Kurdistanê û têkoşîna serxwebûna Kurdistanê ya dîrokî de jî axivî wiha dirêjî da axaftina xwe, “Em dizanin ku niha Kurdistan di nava şerekî dijwar de ye û ew şer ne tenê bo Kurdistanê lê ji bo hemû gelên cîhanê ye. Kurdistan xwedî dîroka têkoşîneke pir giran û bi berdêl e. Welatê me Katalonya jî hema bêje heman geşedan hewandine. Em jî serxebûn azadiyê dixwazin, Kurdistanî jî. Madem ku daxwaz û têkoşîna me heman e, dibûya em zûtir bihatana ba hev, me hev nasbikira, bo ragihandina taxwazên hev me bi hevkarî xibat kirirana. Li welatê me gelek kurd hene û em dixwazin bi hemûyan re bêne ba hev û tevbigerin. Dive em bo Kurdistan û Katalonya’yê xebatên hevkar bimeşînin û hevûdin bidin nasandin. Ew sedsala ku şere Kurdistanê ber bi azadî u serxwebûne ve diçe bi zanîbûn ji aliye cîhana rojava ve êdî hatiye pejirandin û dîtin. Ev şerê ku di nava tekoşîneke dijwar de derbas dibe bi teybeti ‘jinên kurd’ di dilê me de cihekî cûda digire. Li cîhanê jin niha weke camîd tê dîtin û her tişt beden û ramana jinê weke nesne dibîne. Lê em şahid in ku jinên Kurdistanî niha li hember şerê faşîstan ji mêran bi qewettir şer dikin. Îro Yekîneyen Jinên Pêşmerge û Yekîneyên Parastina Jinan li Kobanê heyranî û bala me hemûyan dikşîne. Serhildêriya wan bo me hemûyan rê û rebazên çawaniya bi sîstema nêr re şer kirine nîşan didin. Ew bo hemû cîhanê tiştekî balkêş e. Em ji têkoşîn û cesareta wan sûd werdigrin û bi habûna wan em şanaz û serfiraz in. Tevî vê rastiyê ecêb e ku cihana rojavayî dev ji nêzikahiya xwe ya fantazî û oryantalist bernade. Divê em li hemberî vê rastiyê jî destê hev bigirin û mil bidin hev. Armanceke qomîteya me jî ew e ku em serxwebûna Kurdistanê bixin rojeva cîhanê. Em bawer in ku bi milyonan kesên ku weke me difikirin hene û heke em bikaribin hêza wan jî bi ya xwe ve bikin yek emê karibin ku gelek serfiraziyan bi destxin. Dilê me bi Kurdistan û kurdistaniyan re ye. Bijî Kurdistan, bijî Katalonya”.

Font: BasNuçe / BasNews

0 comentaris:

Publica un comentari a l'entrada